Yek nan li Efrînê bûye 100 L.S

Yek nan li Efrînê bûye 100 L.S

Jun 08 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan, nan, keskatî û fêkî herwiha sûtemeniyê giran bûye. Ji ber giranbûna nirxê dolarê Emerîkî, îro 8ê Hizêranê, piraniya dukan û nanpêjxaneyan hatin girtin.

Li gor jêdereke tayebt ji bazara Efrînê ji ARKê re ragihand: Madeya herî zêde giran bûye, madeya nan e, ku nirxê her nanekî gihiştiye 100 L.S.

Heman jêderê da zanîn: Piraniya nanpêjxaneyan îro nehatine vekirin. Tekez jî kir eger nirxê dolarê Emerîkî wiha berdewam be dibe ku liv û tevgera bazarê bi yekcarî were rawestandin.

Şêniyên Efrînê dibêjn: Giranbûna li Efrînê heye li bajarên Ezazê, Babê û Cerablusê tune ye, tevî bajarên navbûrî hemû di bn destê Turkyê û çekdaran de ne.

Ş.E

361