Ji destpêka Salê ve.. Nêzîkî 140 şewat li bakurê Sûriyê rû dane
Ji destpêka sale ve 137 şewat di nava kamp û malan de li bakurê Sûriyê rû dane.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê di raportekê de ragihand ku 66 şewat di nava malan de rû dan, di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan û 35 kesên din jî birîndar bûn ku zarok û jin jî di nav wande hebûn.
Raportê serbar kir 71 şewat jî di nava kampan de rû dan, di encamê de 79 kon ziyan giheşte wan, serbarê jiyanjidestana 2 zaroka û birîndarbûna 13 kesên din.
Li gorî raportê bi sedema kişandina xaza Kerbonê 7 kes birîndar bûn û 5 kes jî ku 3 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dan .
Di dawiya ratorta xwe de Tîma navhatî daxwaza pêwîstiya standina tedabîrên pêwîst ji bo rêgirîkirin li rûdana bûyerên şewatê ji sivîlan kir.
219
