Rêxistina Domîz ya PDK-Sê nameyek sersaxiyê belav kir

Rêxistina Domîz ya PDK-Sê nameyek sersaxiyê belav kir

Sep 29 2020

ARK NEWS... Rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Mihemed Emîn Ebas, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê belav kir.

Di nameyê de rêxistina Domîz, koçadawiya berpirsê xwe ragihand, ku duh li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, û kedên birêz Seîd Umer berpirsê nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê duh ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê ji bo Hewlêrê hate veguhestin. Rêxistinê soz da ku li ser şopa wî biçin.

Duh roja Duşemê 28ê Îlûna 2020an, endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar Ebas, beriya çend rojan rastî nexweşiyekê hatibû, û ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin, lê di rê de koça dawiyê kir.

Mihemed Emîn Ebas xebatkarekî kevin e, ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye. Li Domîza Duhokê karê xwe dikir.

Ş.E

253