10 sal in, PYDê xebatkar Ehmed Sîdo li Helebê revandiye

10 sal in, PYDê xebatkar Ehmed Sîdo li Helebê revandiye

Sep 10 2023

ARK NEWS... 10 sal ser li revandina xebatkar Ehmed Sîdo, endamê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê li taxa Şêx Meqsûda Helebê re derbas dibin, û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de nehatiye der, û malbatê careke din banga xwe nû kir, da ku çarenivîsa wî diyar bikin.

Di 10ê meha Îlûna sala 2013an de girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê li taxa Şêx Meqsûda Helebê li pêş mala wî revand û berev cihekî nediyar ve bir, û ta niha tu nûçe derbarê wî de derneketiye.

Tevî hewlên berdewam ji malbata Ehmed Sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî, lê ta niha û piştî derbasbûna 10 sal ser revandina Sîdo re, tu agahî li ser wî tune ne, eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin û di salvegera 10an de malbatê banga xwe gihand aliyên peywendîdar û berpirsiyar da ku bibin alîkar û çarenivîsa Ehmed Sîdo eşkere bikin û banga serbestberdana hemû girtiyan ji zîndanên rêjîm, PYDê û komên çekdar kir.

Ehmed Sîdo yê ji şêniyên gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye, û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû, navê wî di nava lîsteya ku ENKSê radestî fermandariya QSDê kiriye da ku çarenivîsa wan diyar bikin û serbestberdin. Di nava lîsteyê de, ji bilî Sîdo her yek ji

Behzad Dorsin - Polîtbîroya PDK-Sê

Nîdal Osman - Rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê

Cemîl Umer - Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê

Idrîs Elo - Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê

Fûad Îbrahîm - Emîndariya Giştî ya ENKSê

Emîr Hamid - Rêxistina Soz hene, lê li şûna serbest berdin, asta kiriyrên xwe di dermafê ENKSê û pariyên wê de bilind kir û çendîn navên din ji rojnamevan û çalakvanan zêde kirin weke:

Rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Berzan Cinêd Seyd Mecîd endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê ku li Girkê Legê di 15 Tebaxa bûrî revandî ne

ji bilî navên ku hatine diyarkirin Emîn Îsa ku endamenkî PDK-Sê bû di bin eşkenceyê di zîndanên QSDê li Hesekê şehîd bû û Diyar Hesen û Ferhas Şêxo di vê dema dawiyê de li heman taxê de di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn,

Tevî bangên berdewam ji bo eşkerekirina şûn û cihên wan, lê PYDê ta niha tu danpêdan nekiriye ku berpirs e di ber revandin wan de berûvajî wê yekê roj bi roj kiryarên xwe dijî tevgera siyasî û her kesek dijber û ne hevnerîn be ya ne li gorî hizra wan gurtir bilindtir dikin ku pişrî belavbûna vîdiyoya çawaniya şehîkirina Emîn Îsa û Diyar Hesen metirsiyeke cidî li ba malbatên revandî û girtiyan heye ku çarenivîsa kurên wan weke ya Diyar, Ferhad û Emîn Îsa be.

279