Nafi` Beyro: Hilbijartinê Rêjîmê ji bo Sûriyan negiring in

Nafi` Beyro: Hilbijartinê Rêjîmê ji bo Sûriyan negiring in

Sep 16 2018

Serkirdeyekî Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya hilbijartinên Rêveberiya xwecihî yên Rêjîmê bi negring ji bo Sûriyan bi nav dike û dibêje niha dem û rewş di berjewendiya Rêjîma Esed de ne.

Di daxuyanyeke taybet ji bo ARKê Dr.Nafi' Beyro endamê Polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya derbarê hilbijartinên Rêveberiya xwecihî yên Rêjîmê got ev cara duyem e ku Rêjîm banga lidarxistina hilbijartinan dike, cara yekem di dawiya 2011an de bû, di wê demê de Rêjîm di rewşeke aloz de bû û hewl da li dora xwestekên şoreşvanan bizîvre, rastî neserkeftineke mezin hat ji ber ku gireveke giştî li dijî wan hilbijartinan hat encamdan.

Beyro herweha got îro û piştî heft salan ji temenê şoreşê û wêranbûna ku rastî jêrxaneyê hatiye û koçberkirina derdora nîvê gelê Sûriyê di hindir û derve, û tevî ku ev hilbijartin ji bo Sûriyan negring in, lê Rêjîm hewl dide kontirola xwe li ser movikên dewletê bi rêya partiya Elbe's weke berê vegerîne, û dê nûnerên xwe ji xeleka teng piştî xwendineke kûr ji bo wergirtina wan postên hestiyar hilbijêre, ew yek jî di biriyara 108an ya 2018an ya taybet bi hilbijartinan diyar bû.

Dr.Nafi' Beyro hilbijartinên Rêjîmê bi hestiyariya qunaxê ve girêda û got ji ber ku qunaxa bê qunaxa avakirinê ye, Rêjîm dizane çi rol li benda encumenên xwecihî ye, û Rêjîm rijde li ser kontirolkirina xwe ji hemû movikên jiyanê re bi taybet ku rewşa niha di berjewendiya Rêjîmê de ye, piştî serkeftinên leşkerî û berfirehkirina kontirola xwe li ser navçeyan, û dê wê yekê bi kar bîne ji bo destkeftinên siyasî bi dest xwe ve bîne û helwesta xwe ya danûstankar bi hêz bike.

Beyro serbar kir bi nerîna wî niha hemû nîşan di berjewendiya Rêjîmê de ne ji bo bicîkirina armanca ku ji bo wê kar dike li jêr piştevaniya Rosî bêsînor jê re ji aliyekî ve û biserhevdeçûna rola Opozisiyona Sûriyê bigiştî ji aliyekî din ve.

619