Rixistina HRW: Hêzên ewlehî yên Iraqî 4 kurd li Kerkûkê kuştin

Rixistina HRW: Hêzên ewlehî yên Iraqî 4 kurd li Kerkûkê kuştin

Sep 09 2023

ARK NEWS... Rixistina HRW di raporteke xwe de ragihand ku hêzên ewlehî yên Îraqî roja 2yê Îlûn 2023yan, gule berdane xwepêşanderên Kurd li Kerkûkê, û di encamê de 4 welatî hatine kuştin û 16 kes birîndar bûn.

Sara Senber lêkolera Îraqî di rêxistinê de diyar kir, hikûmeta Îraqî bi tundûtûjiyê rûbirûyî xwepêşandan bû û rojnamevan girtin, û divê hikûmet bi pêngavine berçav rabe bo sizakirina berpirsên van kiryaran.

Sara serbar kir jî, di rewşên tundûtûjiyê yên bi vî rengî de, hikûmeta Îraqî dest bi lêkolînan dike, lê lêkolînên wê bê encam in, û divê pirensîpeke nû û baş bo bicîkirina dadperweriyê ji qurbaniyan û malbatên wan re peyda bike.

Di destpêka vê mehê de, kurd li Kerkûkê daketin kolanan û li dijî nerazîbûn û karvedanên ji aliyê Heşda Şebî li hember dubarevekirina baregehên Partiya Demoqrata Kurdistanê li Kerkûkê xwepêşandan kir, lê hêzên Iraqî gule berdan tê de 4 welatî şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn.


140