Heval Delîl gihişt Turkiyê û pilanên YPG yên leşkerî eşkere kirin

Heval Delîl gihişt Turkiyê û pilanên YPG yên leşkerî eşkere kirin

Nov 13 2018

ARK NEWS .. Berpirsekî leşkerî pile bilind di nav çekdarên YPGê de li Kurdistana Sûriyê gihişt Turkiyê û pilanên tonelan (Xendeqan ) ji Turkiyê re eşkere kirin.

Jêdereke taybet îro 13 Mijdarê 2018an ji Kurdistana Sûriyê ji ARKê re ragihand ku berpirsê di nav çekdarên YPGê de yê bi navê Delîl Amed ji bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriyê ji nav çekdarên YPGê berê xwe da Turkiyê .

Jêderê tekez kir ku Delîl Amed pilanên leşkerî bi taybet tonelan ango xendeqan bi xwe re bir Turkiyê û esker kirin herweha 400 hezar dolarên emerîkî dizîn .

Di 14/9/2018 Husam Aldîn Ale'wak emîdê ji QSDê cûdabûyî ji ARKê re ragihandibû ku 40 serkirdeyên PKKê dema şerê Efrînê berê xwe da Turkiyê û nehêniyên tonelên Çiyayê Parsê û Efrînê eşkere kiribûn û bi her yekî re bi milyonan dolar hebû wek Heval Begdaş, Heval Heter, Heval Siyamend Heval Ekîd, Heval Tolhildan, Heval Zaxros, Heval Çiya Efrînî, Heval Sedîqî Îranî, Heval Sêf Aldîn Heval Cemal, Heval Şihab Abû Şihab û Heval Ceger .

Ş.E

440