Mesrûr Barzanî û Serokê Samaritan Purse vegera koçberan gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî û Serokê Samaritan Purse vegera koçberan gotûbêj kir

Nov 11 2018

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Rêxistina Samaritan Purse Franklin Graham kir û rewşa penaberan û vegeran wan bo ser mal û halê wan gotûbêj kirin.

Di hevdîtina ku îro 11.11.2018 hat lidarxistin, gotûbêj li ser rewşa mirovî ya navçeyên ji destê DAIŞê rizgarkirî bi giştî û deşta Neynewa bi taybetî û hawarhatinê hate kirin.

Mesrûr Barzanî spasî li Franklin Graham kir ji bo destaniya wî ya dêrîn bi gelê Kurdistanê re û pêşkêşkirina hevkariyên mirovî ji malbatên ji ber şer teroristên DAIŞê koçber bûne û di kampan de dijîn re.

Herwiha bîr û nerînên xwe derbarê hewlên peydakirina aramî û ewlehiyê ji kemîneyên olî re dema vegerin ser mal û milkên xwe ji hev re gotin.

Di wê civînê de, ku Rêveberê Giştî yê Karûbarên Ola Xiristiyanî di Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal Albêr amade bû, pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de û berdewamiya wê kulture bilind hat nirxandin.

407