Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Turkiyê ji ber bûyera hatûçûnê jiyana xwe ji dest da
Jul 17 2023
ARK NEWS... Îro 17ê Tîrmeha 2023yan penaberekî kurdê Rojavayê Kurdistanê li Turkiyê jiyana xwe ji dest da.
Beriya heftiyekê ciwanê kurd Azad Ebdulqadir Yûsiv li Turkiyê rastî bûyereke hatûçûnê hatibû, îro ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Azad ji şêniyê gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.
112