Kobanê... Nûner ji bo Kongira 4an ya ENKSê hatin hilbijartin

Kobanê... Nûner ji bo Kongira 4an ya ENKSê hatin hilbijartin

Aug 04 2022

ARK NEWS... Di berdewamiya piroseya hilbijartina nûneran bo kongira 4an ya ENKSê, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jimareyek nûner hatine hilbijartin.

Roja Duşemê 01ê Tebaxa 2022yan, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di civîneke berfereh de û di bin serperiştiya komîteyekê de, ku ji Elî Ibrahîm, Ednan Bozan û Şukrî Şahîn pêk dihat, hilbijartin ji bo destnîşankirina nûneran ji bo kongira ENKSê re hatine birêvebirin.

Piştî bidawîhatina piroseya hilbijartinê pîrozbahî li nûnerên serkeftî hat kirin, û tekezî li ser wê çendê hate kirin, ku ENKSê seywana giştî ji bo bidestxistina mafên Kurdan e.

324