Li Efrînê kujerên Ofê Şêx Ehmed hatin berdan, hevjîn û biyarê wê hatin girtin
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, dozgerî û dadgeh bi destê komên çekdar de ne, lewma biryarên distînin biryarên nijadperetî ne û bi şêweyekî dadperwerane nayên standin, her tawanek di dermafê kurdan têne encamdan bê standina mafan derbas dibe.
Di 12 Hizêranê de tawaneke hovane di dermafê jina kurd Ofê Şêx Ehmed de hat encamdan, zêr û mala wê hatin dizîn û bi şêweyekî hovane hat serjêkirin û şewitanin, serbarî ku mal jî hat şewitandin da ku tawan were faşartin û jinavbirin.
Dîdevan û şêniyên taxê tekez kirin ku malbateke ereb ji Xûteyê bi navê Ebû Samir bi wê tawanê rebûne, lewma navbûrî hat girtin, lê beriya çend rojan di 10 mehê de hat berdan li şûma wî, her yek ji hevjînê Ofê Henîf Henan Xelîl û biyarê Ofê Mesûd Şêx Ehmed hatin giritin serbarî ku tometa encamdan tawanê li ser sepandin.
Ofê ji gundê Şêx Ehmed yê navçeya Raco û ev sêyemîn tawan e di dermafê malbatê de tê encamdan, malbat banga mafê xwe dikin û banga xwe gihandin rêxistinên navdewletî û cîhanî.
Ji bilî wê tawana hovane bi sedan tawan û binpêkirinên hatine û têne encamdan, bi bê dadgehkirin û sizedana kujer û encamderan derbas dibin.
215
