Dûyemîn stran bi dengê Dîlma Sofî derket

Dûyemîn stran bi dengê Dîlma Sofî derket

Nov 10 2018

ARK NEWS .. Di sala 2014an de hunermend Dîlma Sofî yekemîn strana xwe ya bi navê Kurdistan belav kir, û di heman salê de ew stran bû kilîp, û ser kenalên kurdî hate weşandin .

Dûyemîn karê xwe, hunermend Dîlma Sofî xwest strana hunermendê navdar Ciwan Haco strana Bese Binale Welat, nû bike.

Sofî wiha ji ARKê re got " Piştî strana xwe Kurdistan Min xwest strana hunermendê qedirbiha û giran Ciwanê Haco nû bikim , û ew yek piştî ku min molet jê stand û pejirand, niha tomerkirin bi dawî hatiye û di zûtrîn dem de beriye serê sala 2019an dê bibe kilîp û were weşandin.

Hunermend Dîlma Sofî xelka gundê Taşlok yê Kobanê ye nişteciya Hewlêrê ye, di gelek ahangên niştimanî û newrozan de beşdar kiriye, û hêviya wê ew e bibe stêrkek ser asta çar perçên kurdistanê .

Ş.E


2992