QSD zarokekî din li Heleb Revand

QSD zarokekî din li Heleb Revand

Nov 21 2023

Zincîra revandina zarokan jî li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola QSDê de berdewam dike, herî dawiyê zarokek li Helebê revand.

Apê zarokê bi navê Umer Mistefa Hesen yê 13 salî, îro 21 Mijdara 2023yan, ji ARK re ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya se bi QSDê ve duh êvarê Umer ji pêşiya mala wî li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê revand.

Serbar kir, bavê Umer li hemû baregehên PYDê yên li Şêxmeqsûdê pirsa kurê xwe kir, li ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Umer Mistefa ji şêniyên gundê Remedana yê Navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 16ê Mijdarê de, Stêr Ehmed, temen 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera "Ciwanên Şoreşger" ve hartiye revandin.

Di 8ê Mijdarê de, Sebriye Şiyar Misto, temen 13 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera "Ciwanên Şoreşger" ve hatiye revandin, di 11ê vê mehê de hat vegerandin.

Di meha Cotmehê de jî, 5 zarokên jêr 18 salî ji aliyê hêzên Sûriya Demoqratkî QSDê ve li Rojavayê Kurdistanê û Helebê hatine revandin, biçûktirîn zarok 12 salî ye.

Revandina zarokan berûvajî rêkeftina ku Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û çekirina wan, di sala 2019an îmze kiriye tê, ku yek ji naveroka wê rêkeftinê rêgirîkirina tevlîkirina zarokan nava QSDê ye, û serbestberdan zarokên jêr 18 salî yên ku tevlî bûne, tevî bang û hawar mlabatan, ev diyardeya ku berê mlabatan dide derveyî welêt û koçberiyê berdewam dike.

103