Mesrûr Barzanî: Me tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina têkiliyên navbera her du aliyan de kir
ARK NEWS... Îro li Enqereyê Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel Serokomarê Turkiyê Receb Teyib Erdogan civiya.
li gorî rûpela fermî ya Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye: Di destpêka civînê de me pîrozbayî li birêz Serokomarê Turkiyê kir bo dubare hilbijartina wî û hêviya serkeftinê jî bo hikûmeta nû xwest.
Daye zanîn: Di civînê de ku, wezîrê derve Hakan Fîdan jî tê de amade bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, deverê û pêşdebirina têkiliyên nvabera herêma Kurdistan û Turkiyê de kir.
Rûpela fermî ya Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aniye ziman jî: Em her du alî li ser girîngiya bihêztirkirina têkiliyan û berfiretirkirina derfetên hevkarî û hemahengî bo ewlekarî û aramiya deverê bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de hemnerîn bûn.
270
