Encamderên komkujiya Cindirêsê di binpêkirinên xwe de berdewam in

Encamderên komkujiya Cindirêsê di binpêkirinên xwe de berdewam in

Jun 18 2023

ARK NEWS... Çekdarên Ceyş Elşeqiyê, ku destê xwe danîne ser bajarê Cindirêsê û gundên bi ser ve yên li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di binpêkirinên û tawanên xwe di dermafê kurdan de berdewam dikin.

Yek ji binpêkirinên ku kurd rastî tên, redkirina vegerandin û radestkirina mal û mulkan e, ku di vê dema dawiyê de bi dehan ji malbatên kurd vegeriyan ser zêdên xwe, ew malbat ji Lubnanê, Herêma Kurdistanê, Helebê û Şehbayê, hatine, lê astengî û zehmetiyan di vegerandina mal û mulkên xwe de dibînin.

Ji wan malbatan, malbata her yek ji Elî Reşo û Ebdîn Mustefa Îso ne, ji Helebê beriya çend rojan gihiştin gundê xwe, Xalta ku gundekî ser bi Cindirêsê ve ye û di bin destê Ceyş Elşerqiyê ye, lê çekdarên navbûrî, red kirin mal û mulkên wan ji wan re vegernîn, û ji gund derxistin.

Jêderên taybet ji ARKê re tekez kirin ku her du malbat neçar bûn, li navend bajarê Efrînê, dûr ji gund û kesûkarên xwe bijîn, ji xwe re du xaniyên kirê girtin.

Ji meha bûrî ve çendîn malbatên kurd vegeriyan zêdên xwe li Efrînê, serbarî zehmetiyên ku dibênin, rastî binpêkirinan jî tê, bi hêsanî komên çekdar û erebên derbider yên ku malên kurdan destewer kirine, malan ji kurdan re venagerînin, banga herdem ew e ku rêgirî li binpêkirinên çekdaran werin girtin, û malên desteserkirî ji nişteciyên deverên yên kurdên resen re werin vegerandin.




251