Çekdaran kurdekî Efrînê serbest berda
Apr 10 2021
ARK NEWS... Piştî sê salan ji revandinê, grûpên çekdar, welatiyekeî Efrînê serbest berda.
Jêderekê ji gund ji ARKê re da zanîn ku ciwanê kurd Xelîl Hesen Xelîl ji aliyê grûpên çekdar ve hat berdan.
Heman jêderê tekez kir ku ciwanê navbûrî ji 1 Nîsana 2018an ve ji aliyê çekdarên Mihemed Fatih ve revandî bû, di 3 Nîsana îsal hat berdan.
Ciwanê kurd ji gundê Ereba yê navçeya Mabeta ye, temenê wî 37 sal in.
Ş.E
282