PDK-Sê 22emîn salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî vejand

PDK-Sê 22emîn salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî vejand

Dec 28 2021

ARK NWS... Îro roja Sêşemê 28ê Berçileya 2021ê, PDK-Sê salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê vejand.

Bi amadebûna cemawerê kurd, endam û alîgiran, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, 22mîn salvegera koçdawiya xebatkar û serkirdeyê kurd Ekrem Melkanî bavê Qehreman vejand.

Di merasîman de, gurzek gulan li ser gora wî hat dayîn, û gotar hatin pêşkêşkirin.

Xbatkar Ekrem Melkanî kî ye?

Ekrem Melkanî yek ji serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bû, ku ji ber helwêstên xwe rastî astangiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê û hejariya jiyanê ve hat, ta koçadawiyê jî ji wan helwêstan nehat xwarê.

Bavê Qehreman, di sala 1968an de tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bû, kesek çalak û kurdperwer bû, û dihat naskirin bi hezkirina wî ji netew û partiya wî re, lewma di sala 1982an de pileya komîteya herêmî wergirt.

Bi sedema çalakiyên wî di nava partî de, gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîmê li bajarê Dêrkê, û bi taybet ewlekariya Eldewle ve dihat xwestin, û di her carekê de rastî lêkolîn û işkenceyê dihat.

Bavê Qehreman, di navenda çandiniyê li bajarê Dêrikê de karker bû, lê ji ber çalakiyên wî yên siyasî serokê navenda ewlekariya Eldewle ya rêjîmê li bajarê Dêrikê Ebû Ubeyda ew ji karê dûrxist.

Herwiha ji bilî îşkenceyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, sê caran kete di zîndanên rêjîma Sûriyê de, carekê li zindana Dêrkê, carekê li zindana Qamişlo û careke din li zindana Hesekê.

Ji sala 1983an ta sala 1986an berpirsê rêxistina Koçera ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya bû, herwiha ji sala 1986an ta sala 1998an berpirsê rêxistina Aliyan ya heman partiyê bû.

Bavê qehreman di gelek bone û kongiran de nûnerê partiya xwe bû, mîna kongirê 11an yê Partiya Demoqrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, ku weke nûnerê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdar bû.

Di sala 1998an de rastî nexweşiya penceşêrê hat, û piştî sê mehan ji nexweşiyê ango di roja 28 Berçileya sala 1998an de koça dawî kir, û bi wê yekê tevgera siyasî ya Kurdî û Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya yek ji xebatkarên xwe ji dest da.

Ekrem Melkanî, ku dihat naskirin bi bavê Qehreman jidayîkbûyê sala 1952an bû, û bi xwa ji şêniyên bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, xêzandar bû, û bavê 5 keçan e.

317