li gundê Qêsim yê Efrînê mayînek teqiya
ARK NEWS... Li gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, mayînek teqiya di encamê de du welatiyên Kurd bûne qurbanî.
Jêderek taybet ji gund ji ARKê re ragihand ku teqîn li ser goristana gund çê bû di encamê de her yek ji Nezmî Henan Ismaîl û hevjîna wî Emîne bi tundî birîndar bûn.
Heman jêderê tekez kir ku herdu welatî ji bo nexweşxaneyeke bajarê Efrînê hatin veguhestin, lê rewşa hevjîna wî gelek metirsîdar e.
Ji dema şerê Efrînê dest pê kiriye û ev cara 5mîn e mayînên PYDê li gundê Qêsim diteqin, tevî ku tîmên endezyariyê yê çekdaran idîa dikin, ku herêma Efrînê ji mayînan pak kirinê lê di her dem û demekê de, mayîn diteqin û sivîl tê de şehîd dibin û dibin qurbanî.
Ş.E
352