Serok Barzanî sersaxî ji malbata rewşenbîra Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî re şand
Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya nivîskara Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî peyameke sersaxiyê ji malbata wê re şand û hevxemiya xwe bi wê boneyê nîşan da.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bo malbata Qazî ya Birêz
Nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîra bi helwest û niştimanperwer xanima Meryema Qazî, em xemgîn kirin.
Bi vê helkefta xemgîn, ez pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistan û Encûmena Edebî ya Mehabad û xelkê xweşdiviyê Mehabad û mamosta û xwendekarên Beşa Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê - Sine, dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim ruhê Meryem xanimê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.
Mesûd Barzanî
7.11.2018”
913
