Tevî rêgirî û astengiyan hîn veger ji bo Efrînê berdewam e
Nov 08 2018
ARK NEWS .. Hijmarek ji malbatên kurd yên derbider ji deverên derdora Helebê vegeriyane bajarê û gundên xwe .
Li gor çalakvanan ser torên civakî belav kirne ku di Şeşê mehê 6/11/2018 hin malbatên kurd ji deverên Nubil û Zehrayê di riya gundên başûrê Efrînê re berê xwe dan Efrînê .
Û ew malbat bi rêveçûn (Bi meşê) ji Nunil û Zehrayê xwe gihandin warê xwe .
Ji ber şer hijmarek mezin ji malbatên kurd ji Efrînê derket û berê xwe dan deverên derdora Helebê û ta niha berpirsên PYDê nahêlin ew derbider vegerin Efrînê yan berê xwe bidin taxên Şêx meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê .
Ş.E
575
