18 sal in Şêx Xiznewî şehîd bûye

18 sal in Şêx Xiznewî şehîd bûye

Jun 01 2023

ARK NEWS... Beriya 18 salan, di rojeke weke îro de, kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî bi ser destê rêjîma Esed hate şehîdkirin.

Di 10ê Gulana sala 2005an de kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî ji aliyê endamên sêxûriya bi navê ewlehiya esmanî ya rêjîma Esed ve hat revandin.

Di 1ê Hezêrana heman salê de, termê wî yê pîroz li goristaneke bajarê Dêra Zorê hat dîtin û şûna eşkenciyê li ser termê wî diyar bû, ku ev yek bû cihê şermezariyê ji aliyê miletê kurd ve.

Termê wî yê pîroz ji bo malbata wî hate radestkirin û li Qidûr Beg ya Qamişlo bi xakê hate spartin.

Şêx Meşûq Xiznewî jidaykbûyê sala 1958an e, ji gundê Til Me'rûf yê bi ser bajarê Qamişlo ve ye.

166