Ciwanê Amûdê dê rûbirûyî hevrikê xwe yê Taylendî bibe

Ciwanê Amûdê dê rûbirûyî hevrikê xwe yê Taylendî bibe

May 25 2023

ARK NEWS... Ciwanekî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê roja Şemiyê 27 Gulana 2023yan li Elmaniya rûbirûyê hevrikê xwe yê Taylendî dibe.

Ehmed Şêx Mûs ku bi (The Golden Boy) tê naskirin, gihişt lîstika dawiyê di (Kickboxing) li ser asta cîhanê, li bajarê Îsin yê Elmaniya dê bi hevrikê xwe yê Taylendî (Petch) dilîze.

Ciwanê kurd ala Kurdistanê bilind kir û silogana "Bo kurd û Kurdistanê" xwe amade kir.

Li gorî agahiyên ARKê hivrikê Ehmed yê Taylendî 5 caran bûye qehremanê cîhanê.

Li ser torên civakî şêniyên kurd piştevaniya xwe bo Ehmed Şêx Mûs dane xuyakirin, û hêviya serkeftinê bo wî xwestin.

111