Elwehdê roja Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vejand

Elwehdê roja Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vejand

Apr 29 2023

ARK NEWS... Partiya Wehde ya Demoqratî Kurdistanî - Sûriya ku yek ji partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye, roja Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vejand.

Merasîm li Tibespiyê yê gundewarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çûn.

Di merasîman de endamên Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê amede bû.

Mihemed Ismaî endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û berpirsê Birêvebir yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya gotarek pêşkêş kir tê de begsa girîngiya rola Rojnamegeriya kurdî kir.

Beriya 125 salan, weşana yekem rojnameyeke kurdî bû, ku ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya payteta Misrê hat weşandin.

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve, di 22yê Nîsana sala 1898an de derket.

Di 22yê Nîsanê ji her salê, weke roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye destnîşankirin, ji aliyê Perlemana Herêma Kurdistanê ve destnîşan bûye.

Di vê rojê de banga pêşxistina zimên û rewşa rojnamegeriya kurdî têne kirin.

Ş.E

129