Îtaliya tekezî li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge dike

Îtaliya tekezî li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge dike

Apr 11 2023

ARK NEWS... Mesrûr Barzanî serok Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê birêz Kolonel Danyal kir.

Di civînê de Fermandarê nû yê hêzên Îtalî birêz Kolonel Stêfano Salvadorî jî tê de beşdar bû, Kurdistanê spasiya Îtaliyayê kir bo hevkarî û piştîvanîkirina Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jî bo Fermandarê berê yê hêzên Îtalî xwest.

Mijareke din ya civînê giftûgokirin bû derbarê pêşvebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Îtaliyayê û çaksaziyên nava wezareta pêşmerge.

Şanda leşkerî Îtalî tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Îtaliyayê û Hêzên Hevpeymanan bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê perwerde kirinê de kir.

.

93