Nivîskar Mahir Hesen berhemeke nû çap kir

Nivîskar Mahir Hesen berhemeke nû çap kir

Apr 05 2023

ARK NEWS... Nivîskarê kurd Mahir Hesen romaneke nû derxist û çap kir.

Romana Nivîskar Mahir Hesen li jêr navê "سماء سقطت من حضني" wate Esmenek ji hembêza min hat xwar, ku bi zimanê erebî ye.

Li gorî nivîskar Mahir ji ARKê re daya zanîn ku roman ji 150 rûpelan pêk tê, li weşanxaneya Elnuxbe ya belavkirin û çapkirin li Qahîre hatiye çapkirin û berg ji karê Çira Letîf e.

Ji beriya vê romanê nivîskarê kurd du berhemên xwe çap kirine, yek bi erebî ye ya din dîwaneke helbestê ye ew jî bi zimanê kurdî ye.

Hesen anî ziman ku berhemeke din amade ye lê di dema wê de dê belav bike.

Nivîskarê kurd kurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye, niha li Elmaniya dimîne.

Ş.E

141