Li bajarokê Tirbesipiyê PYDê daxwazê ji xudanên dukanan dike ku moleta kar werbigirin
Jul 04 2018
ArkNews :Li bajarokê Tirpespiyê ya Kurdistana Suriyê, rêveberiya PYDê ,daxwazê ji xudanên dukanan dike ,ku moleta kar werbigirin.
Di hişyarnameyekê de, ku rêveberiya PYDê li ser xudanên dukanan belav kiriye ,daxwazê ji wan dike, ku di heyama 15 rojan de ji bu wergirtina moleta kar ,seredana ofîsên wan bikin, û ji bo wergirtina moletê 6 merc destnîşan kirine.
li Kurdistana Sûriyê welatî ji bo her tiştî neçar di bin du moletan werbigirin ,moleta rêjîmê û ya PYDê ,herweha bac jî ji bo her du aliyên navbȗrî têne dayin.
532
