Lubnan penaberên Sûrî li ser vegerê neçar dike

Lubnan penaberên Sûrî li ser vegerê neçar dike

Mar 03 2024

Ji bo neçarkirina wan li ser vegera bi razîbûn hikûmeta Lubnanî di astengkirina ewlehî de li ser penaberên Sûrî li tevaya navçeyan bi taybetî penaberên di nava kampan de berdewam e.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku bajêrvaniya Ersal ya Lubnanî deryê tomarkirina Sûriyan li jêr pirogramê vegera bi razîbûn vekir.

Eşkere jî kir ku Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Lubnanî ji destpêka Sibata bûrî ve dest bi wergirtina daxazên penaberên Sûrî kiriye, û niha dest bi amadekariyan karwanên vegerê dike.

Di sala 2017an Lubnan dest bi vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan di rêya pasan re li jêr pirogramê vegera bi razîbûn kir, û pişt re bo demekê hate rawestandin , û di Cotmeha 2023an careke din dest pê kir.



71