Nêçîrvan Barzanî: Iraq di ber qerebokirina qurbaniyên kurdên Feylî de berpirs e

Nêçîrvan Barzanî: Iraq di ber qerebokirina qurbaniyên kurdên Feylî de berpirs e

Apr 04 2023

ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di 43 salvegera tawanên jînosayda Kurdên Feylî de peyamek belav kir, tê de got ku Iraq di ber qerebokirina qurbaniyên kurdên Feylî de berpirs e. Naverok weha hatiye:

Îro di 43. salvegera tawanên jenosîd, wendakirin û bişaftina xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî da, em şehîd û qurbaniyên van tawanan bi rêz û hurmet bîr tînin.

Ya ku derheqê Kurdên Feylî da hatiye kirin ji navbirina etnîkî ya nijadperestî bû. Di wan tawanan da, Ji bilî wendakirina bi deh hezaran welatiyên bêguneh, bi sed hezaran jî rastî veguhastinê bûn û ji welat hatin derxistin, destdanîna ser mal û milkên wan û regeznameya wan ji wan hate standin, ev hemû bi tenê ji ber ewe bû ku Kurd bûn û daxwaza nasname û mafên xwe yên rewa kirin.

Nasandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve, hikûmet û dewleta Iraqê dixe bin berpirsyariya yasayî û mirovî bo qerebûkirina qurbaniyan. Bi vê minasebetê em daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku bi qerebûkirin û vegerandina hemû mafên medenî û maddî yên Kurdên Feylî erka xwe pêk bîne.

Silav li ser giyanê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan ên serbilind. Qurbanîdan û dilsoziya xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî cihê şanaziya gelê me ye û em ê her dem wan bi bîr bînin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2023

103