Îmarat .. Bi ala Kurdistanê pêşwazî li Serok Nêçîrvan hat kirin
ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh 10ê Mijdara 2019an, li Îmaratê li gel Cihnişînê Abû Dabî, Mihemed bin Zayd civînek encam da. Di civînê de ji bilî peywendiyên du alî, pêkanîna derfetên zêdetir yên kar û weberhênanê bo kerta taybet ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, diyaloga bo çareserkirina pirsgirêkan, daxwazên herdu aliyan bo çawaniya pêşvebirina peywendiyan, derfetên kar û weberhênanê bo sektora taybet a Îmaratê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
Pêşhatêyen li navçeyê bi giştî, metirsiyên egera serîhildana terorê û girîngiya heamhengiya herêmî û navdewletî bo rûbirûbûnê û çend pirs û mijarên din ên xwedî girîngiyê bo herdu aliyan di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Her di wê civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
567
