Xwecihiya Girkê Legê civiya û bi hûrgulî li ser rewşa Efrînê rawestiya

Xwecihiya Girkê Legê civiya û bi hûrgulî li ser rewşa Efrînê rawestiya

Mar 31 2023

ARK NEWS... Roja Çarşemê 29ê Adara 2023yan, Encûmena Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civiya û jimareyek mijar gotûbêj kirin.

Li hola şehîd Nesredîn Birhik li Girkê Legê Encûmena Xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi amadebûna tevaya endaman civiya.

Herweha amadebûyan bi hûrgûlî behsa dawîn rewşa Efrîn û Cindirêsê kir.

Ebdulkerîm Mihemed endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Tekezî li kar û çalakiyên ENKSê di bicîkirina daxwazên wê di derxistina komên çekdaran ji Efrînê û radestkirina rêveberiya wê bo şêniyên Efrînê yên kurd.

106