ENKSê derbarê Efrîn û Cindirêsê nameyek ji 10 xalan  da UN

ENKSê derbarê Efrîn û Cindirêsê nameyek ji 10 xalan da UN

Mar 27 2023

ARK NEWS... Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê xwepêşandaneke nerzîbûna şehîdkirina her 4 welatiyên kurd li Cindirêsê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdisanê li dar xist.

Xwepêşandan bi amedebûna serkirde, endam û nûnerên partiyên ENKSê û hejmarek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha Netewên Yekgirtî bi rê ve çû.

ENKSê nameyek arestey UN kir, ji 10 xalan pê tê ew jî ev in:

Kujer û tawanbarên ji grûpa Ceyş Elşerqiye li dadgeheke herêmî yan navdewletî werin dadgehkirin.

Komên çekdar ji gund û bajaran werin derxistin û nabe çekdar bi çekên xwe derbasî bibin.

Mal û mulkên desteserkirî ji bo xwediyên wan yên resen werin vegerandin.

Hemû girtî bo dadgehên sivîl yên dadwerane werin veguhastin.

Dest ji têkdana jîngeh, şûnwar, çand û dîroka Efrînê were berdan û birîna darên zeytûnan, dizî û talankirina şûnwaran werin rawestandin,

Rêveberiya Efrîn û gundên wê bo encûmenên xwecihî û şêniyên herêmê yê resen were radestkirin.

Rêdan û rêxweşkirina vegera koçberkirî bo malên xwe û vegera koçberan bo cihên xwe.

Ektîvkirina kar û rola encûmenên xwecihî.

Erkê polîsên sivîl bajar û bajarokan biparêzin, erkê polîsên leşkerî ye ku çavdêriya leşkeran û rêgirtina li ketina çekan bo nava bajaran bikin.

Eşkerekirina çarenivîsa bi hezaran girtiyên kurd yên bi awayekî neyasayî di zîndanên grûpên çekdaran de ne û yekser werin berdan.

Di vê derbarê de Dr. Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniyeke taybet de bo ARKê got: Tiştê li Cindirêsê encam dayî karekî terorî ye.

Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreş û opsizyona Sûriyê tekez kir kir re karê terorî cejna Newrozê armanc kiriye.

Ji aliyê xwe ve Îbrahîm Biro endamê ENKSê di Desteya Danûstandkara Sûriyê taybet ji ARKê re da zanîn: Em tawana Cindirêsê şermezar dikin û banga derxistina Girûpên Çekdar ji Efrînê dikin sizakirina encamderên wê dikin

Ş.E

124