Zîndana Hesekê di 30 saliya xwe de... 61 şehîd û bi sedan birîndar bûbûn

Zîndana Hesekê di 30 saliya xwe de... 61 şehîd û bi sedan birîndar bûbûn

Mar 24 2023

ARK NEWS... 30 sal li ser komkujiya zîndana Hesekê ya navendî re derbas dibin ku di sala 1993an di 24ê Adarê hatibû pêkanîn.

Komkujiya zîndana Hesekê ya navendî, di derheqê girtiyan de, yek ji zincîra komkujiyan e, ku rêjîma Esed wek komkujiya sînema Amûda, bi armanc, û pilan pê rabûye, û ta niha hûrguliyên wê komkujyê ne zelal in û nehatiye eşkerekirin, û tawanbar nehatine dadgehkirin.

Di 24ê meha Adarê sala 1993an, bi dehan ji girtiyên kurd, û ereb, di zîndana taxa Xuwêran, ya Hesekê, yê Rojavayê Kurdistanê bi destê tawanbaran, şehîd bûn, piştî ku rêjîmê agir bi zîndanê xist, bi dehan girtî bûne qurbaniya wê agirê, û şehîd bûn, herwiha bi dehan birîndar bûn.

Zîndana Hesekê di serdemê yekîtiya herdu rêjîmên Sûriyê û Misrê de hate avakirin, ku derdora dused kesî vedihewîne, lê rêjîma Esed hijmarek pir ji girtiyan dixist wê zîndanê de ku ew siza li cem rêjîma Esed navdar e, û ew yek curek ji curên eşkenceyê ye, da ku girtî nikaribin bi serbestî, liv û tevgerê bikin, û bi azadî henaseya xwe bikşînin, û herdem derûniya wan şikandî be.

Beriya ku rêjîma Esed agir bi zîndanê bixîne, girtî di rewşek xerab de dijîyan; ji ber gendelî navbera nobedar, û zabaniyan, herwiha rêveberiya zîndanê de, belav bûbû, ku di heman zîndana taxa Xuwêran ya Hesekê de, rêjîm girtiyên siyasî tevlî girtiyên ku bi tawanên dizî, destesekirin, û madeyên hişbir kirbû, da ku rewşek ji tevlîheviyê dirust bike û pirisgirêk navbera girtiyan de çê bibin.

Li gor kesên ji komkujiyê rizgar bûne dibêjn, ku agirê ku derdora demjimêr 6ê êvarê di 24 meha Adarê de di odeya 2yan ketibû ji ber pilanekê navbera rêveberiya zîndanê û tawanbarên madeyên hişbir hate rûdan, û agir hate vêxistin.

Heman dîdevan dibêjn, beriya ku komkujî were pêkanîn rêveberiya zîndanê madeya gazê li ser girtiyan belav kir, bi bihaneya ku gaz dê were birîn, û êdî namîne, û tibabek mezin li ser girtiyan belav kir.

Di dema agir vêketiye ew gaz bû sedemek ku agir gurtir bibe, û bilez û zû vêkeve.

Tevî ku girtiyan bi dengê bilind bang dikirin, lê zebanî, nobedar û rêveriya zîndanê, razînebûn deriyê zîndanê vekin da ku girtî karbin xwe rizgar bkin.

Hêdî hêdê agir gur bû, û êdê nema kontrol li ser agirê odeya 2 bû, girtiyek bi navê Qehreman Elî, ku yek ji girtiyên odeya sê ye, bi darê zorê kilît ji nobedar bir û deriyê odeya du vekir, piştre girtiyan karîbûn xwe rizgar bikin, lê ji ber dirêjbûna odeyê -sî mitir- û gurbûna agir hişt ku 61 ji girtiyan, şehîd bibin, û bi dehan ji girtiyan, ji ber dû di wê demê birîndar bûn.

Li gor jêderên ragihandinê, ku piştî ew komkujî hate pêkanîn, yekser rêjîma Esed çar bi tometa vêxistina agir li dar ve kir, ku ew yek ji bo hûrgulî û sedemên rasteqîne veşêre, û wê doseyê bigre.

Tevî derbasbûna 30 salan li ser komkujiyê re, siyasetmedar, çalakvan, rêxistinên mavê mirovan, û dîdevanên ku ji komkujiyê rizgar bûne tometên wê komkujiyê arastey rêjîma Esed dikin.

Ta niha tawanbar nehatine sizadan, û ew komkujî dibe yek ji rojên meha Adarê ya xemgîn, bi tenê kurd û dayikên şehîdan bi êş, û xemên pir mezin wê salvegerê tênin bîra xwe, herdem çavên wan li dadgehkirina tawanbar û kojeran e.

Ş.E

113