Qetlîama Helebçeyê û Qamişliyê; Hilbijartin: HAK-PAR û Partiyên Kurdistanê

Qetlîama Helebçeyê û Qamişliyê; Hilbijartin: HAK-PAR û Partiyên Kurdistanê

Mar 17 2023

Îbrahîm GUÇLU

Dîroka neteweya kurd bi terîfeke din, dîroka qetlîaman e. Lewra li hemû beşên Kurdistanê dema neteweya kurd mafên xwe yên neteweyî daxwaz kir, ji bona çarenivîsiya xwe û serxwebûn û azadiya xwe têkoşînên neteweyî meşandin; her dem bi qetlîaman re rûbe rû bûn. Neteweya kurd ji bona ji holê rabe di komkujiyan re derbas bû. Qetlîama Helepçeyê (16.03.1988) û Qamışliyê (12.03.2004) jî beşek û xelekek ji van qetlîaman ne.

Qetlîama Helepçeyê, beriya 35 salan pêk hat. Tê zanîn ku di sala 1979an de di navbera Dewleta Iraqê û Îranê de li ser talana Peymana Cezayîrê şer dest pê kir. Di vî şerî de jî neteweya kurd û rêxistinên Kurdistanê ketin nav zehmetiyeke mezin. Dewleta İranê dixwest ku rêxistinên Başûrê Kurdistanê piştgiriya wê bike, Iraqê jî dixwewst ku rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê piştgiriya wê bike. Lewra Rêxistinên Kurdistanê bi gelek aliyan ve hewcedarî wan bûn.

Di encamê de Dewleta Iraqê piştgirya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNKê) ji Dewleta Îranê re sedem nîşan da di 16ê Adara 1988an de li Helepçeyê çekên kîmyewî bi kar anî. Encama ew çekên kîmyewî li Helepçeyê qetlîameke gelek trajîk hat rojevê. Gor agahdariyekê 5000 û gor agahdariyekê 7000 kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kes jî bi awayekî trajîk seqet man.

Serokê Kurdistanê û Serokê Dewletas Federe yê Kurdistanê di derbarê ev Qetlîama Helepçeeyê peyam pêşkêşî raya Kurd kirin. Ez dixwazim bi peyamên wan Qetlîama Helebçeyê şermezar bikim û şehêdên Helebçeyê bi rêz bibîrbînim.

Serokan di peyamên xwe de dibêjin ku “di 35. salvegera kîmyabarana Helebceyê da em şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li giyanê paqijê wan bin û ji malbatên şehîdan ra silavan dişînîn.”Kîmyabarana Helebçeyê xala şermezarî û rûreşiyê ye bi nav çavên tawanbaran ve û li cîhanê jî nasname û şahidiya bindestiya gelê Kurdistanê ye. Di nav çend deqeyan da jiyan ji pênc hezar mirovên bêguneh, ji xweza û her tiştî stand. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin, lê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.

“Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê dê bîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê ka ji bo azadiyê çi qûrbanî dane. Herwesa, cîhan û mirovahiyê têxe bin erkekî exlaqî û mirovî ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî awayî li tu derên cihan dubare nebin.

“Bi vê minasibetê em spasiya Hikûmeta Federal ya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku proseya biparêzgehkirina Helebceyê temam kirin. Em tekez dikin ku xelkê Helebce û Helebceyiyan di hemû waran da zêdetir pêwîstî bi xizmetguzariyan heye. Divê xemsarî neyê kirin û li gor biryara dadgeh û yasayê bêne qerebukirin.

“Dema em vê karesta trajîk û qurbaniyên wê bi bîr tînin, em bi hêvî û umêd li paşerojeke baştir ji bo neviyên xwe dinêrîn. Ji bo parastina destkeft û mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê em dê bi îsrar li ser kar û xebatên xwe yên ji bo yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê berdewam bin.”

QETLÎMA KAMIŞLIYÊ…
Beriya 18 salan li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişliyê, encama serhildana sivîl ya gelê me ji aliyê Rejîma Faşîst ya Baasê ve qetlîamek pêk hat.

Wek tê zanîn di sala 2003an de Rejîma Baasê li Iraqê hat hilweşandin û Dewleta Nîjadperest û Erebî tasfiye bû. Partiyê Baasê û Ordî hat tasfiye kirin. Ji bona Dewleta Iraqê bibe federal, bibe dewleta kurdan û ereban û hemû neteweyên din gav hatin avêtin. Ji bona Dewleta Federal ya Iraqê makezagoneke nû (Qanûna Esasî ya nû) hat amede bû.

Li Iraqê ev guhertina qewimî bû, li hemû beşên Kurdistanê bandor û tesîreke erênî (poxzîtîf) kir. Li Rojavayê Kurdistanê dikarim bibêjim ku bandor û tesîr zêdetir bû. Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bi her awayî piştgiriya Başûrê Kurdistanê dikirin û ji qewimandinên li Iraqê pêk hatibûn, sûd werdigirt.

Loma jî li Qamişliyê di lîstikeke fûtbolê de di sehaya fûtbolê de temeşavanan ji bona piştgiriya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serok Barzanî şiyar hatin avêtin û kêfxweşiya xwe ji guhertina Rejîma Baasê re anîn. Ji bona guhertina Rejîma Faşîst ya Baasê li Suriyeyê jî guhertin daxwaz kirin. Lê Rejîma Baasê ya Esat bi awayekî gelek hovanê êrîş kir. Di êrîşê gelek kurd şehîd bûn.

Piştî ev êrîşa Rejîma Faşîst ya Baasê di lîstika fûtbolê de, gelê me li Qamîşliyê û li gelek bajarên din yê Rojavayê Kurdistanê li hemberî Rejîma Faşîst ya Baasê serhildana neteweyî ya sivîl dest pê kir. Rejîm bi xurtî hat protesto kirin. Kujerên qetlîamê ji bona bên ciza kirin dengên xwe bilind kirin.

Di serihildanê de daxwaz hat kirinin ku partiya Baasê Rojavayê Kurdistanê terk bike û Rojavayê Kurdistanê bibe otonomiya siyasî û îdarî.

Hezar mixabin ji bona ku Rejîma baasê serhildana sivîl ya neteweya Kurd bitemirîne û bişikîne êrîşeke mezin kır. Nêzikî 100 kesên Kurd hatin qetilkkirin û şehîd kirin. Bi sedan kes brîndar bûn û hatin girtin û êşkence dîtin û hatin darizandın, cizayê giran girtin.

Ez serhildana Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişliyê silav dikim û serê xwe li ber serhildaran ditewînim.

Ez şêhîdên Serhildanê Qamişliyê bi rêz bi bîr tînim.

DIVÊ PARTIYÊN KURDISTANÊ BI HAK-PAR-Ê VE BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ BIBIN Û HEMÛ KURDPERWER JÎ PIŞTGIRIYA WAN BIKE…
Li Tırkiyeyê hilbijartina serokomar û meclîsê di 14ê Gulana 2023an de dê pêk bê. Gelek partî dê beşdarî hilbijartinan bibin. Di hilbijartinan du blok (Tîfaqa Cûmhûr û Tıfana Milet) dê gelek bi xurtî beşdarî hilbijartinê bibin. Qedera hilbijartinê du blok û tîfaq dê tespît bikin.
Gor Kurula Bilind ya Hilbijartinê (YSK) piştî ku serokkomar R. T. Erdoğan biryara hilbijartinê fermî îlan kir û biryara xwe di rojnemaye fermî û dewletê de weşand; YSK jî partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinê bibin, diyar kir. Diyar bû ku 36 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin.

Ji wan partiyan yek partiyek jî: Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) e.

Di nav van partiyan de HAK-PAR vekirî dibêje ku “ez partiyeke Kurd im û ji bona qezençkirina mafên neteweyî yên kurdan xebat dikim Ez daxwaz dikim ku Dewlet bibe dewletaeke federal û li Kurdistanê jî statuya federe ava bibe.”

HAK-PAR van daxwazên xwe gelek xwezayî ye ku di çarçewa Tirkiyeyê de dê pêk bîne. Loma jî divê dewlet bê guhertin. Guhertina dewletê jî bes bi destê neteweya kurd nabe, bi destên kurdan û tirkan dibe. Ji bona vê jî divê bi gelek babetan xebat bên kirin û merşandin.

Ev rastiya bes ji bona HAK-PARê ne, ji bona PAKê, TEVGERê, PSK û partiyên din yên Kurdistanê û kurdan û kurdpeweran jî derbas dibe.

Loma jî em kurd çi şexis û çi jî rfêxistin divê platforma hilbijartinê ji bona sê armanca bi kar bînin. Lewra di vê platformê de zêde derfet heye ku bi xurtî bigihîje kurdan û tirkan.

Di hilbijartinê de armanca yekem ew e ku kurd û partiyên wan û kurdperwer ji bona ku neteweya kurd bi xurtî organîze be, partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê di nav gel de bên nas kirin, gel ji wan re xwedî derkeve, xebat bê kirin.

Di hilbjartinê de armanca duyemîn: Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê daxwaz û projeyên xwe bi gel û raya giştî re parve bikimn.

Di hilbijartinê de armanca seyemîn: Daxwazên rewa û neteweyî yên neteweya kurd ji Tirkan re bên pêşkêş kirin û ji bona ku ew di mafên kurdan qane bibin, şiûreke nû qezenç bikin; xebat kirine..

Di hilbijartinê de HAK-PARê biryar daye ku beşdarî hilbijartinê bibe. Lê beşdariya wan bi serê xwe ne bes e. Ji bona ku xebateke xurt û di çarçeewoya sê armanca de pêk bê û bê meşandin; divê PAK, TEVGER, PSK û partî û rêxstinên din yên Kurdistanê jî bi HAK-PARê ve beşdarî hilbijartinê bibin.

Hemû kurd û kurdperwer jî wê demê gelek bi hêsanî dikarin piştgiriya wan bikin.

Di vê qonaxê de kurdpewer, partî û rêxistinên Kurdistanê divê dest bidin hevdu. Ez nabêjim ku dê di encamê de qezanca parlamenteran bikin. Lê dikarin ji bona Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bingeheke baş ava bikin.

Dê di nav xwe de baweriyekê çêkin. Piştî hilbijartinê jî dê bi hev re hevkarî bikin.
Divê her kurdek û dezgeheke kurdan vatiniya bi cî bîne.

Diyarbekîr, 17. 03. 2023






Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

217