Nameyek ji Mesrûr Barzanî

Nameyek ji Mesrûr Barzanî

Mar 12 2023

ARK NEWS... Serokê Hikûkmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 11.3.2023 di salvegera rêkeftina 11ê Adarê nameyek beav kir. Naveroka nameyê weha ye:

Îro salvegera peyamana 11ê Adarê ye ku, beriya 53 salan hikûmeta Îraqê neçar bûye jiber berxwedana xelkê Kurdistanê di şoreşa mezin ya Îlonê de bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, ev rêkeftinahan îmze bike û hinek ji daxwazên gelê Kurdistanê bipejrîne.

Rêkeftina 11ê Adara 1970an destkefteke girîng ya gelê Kurdistanê ye û belgenameyeke dîrokiye li ser serkeftina xwasta xelkê Kuridstanê û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê, ku, hertim xwestiye, bi rêya danûstan û giftûgû û rêbazên aştiyane kêşe werin çareserkirin.

Lê mixabin hikûmeta vê demê ya Îraqê dev ji rêkeftin û sozên xwe yên ku, dabûn Serkidatiya siyasiya Kurdistanê poşman bibû û dest bi êrîş kirine ser Kurdistanê kir û di encam de jî jiber siyasetên şerxwazane yên rejîmê Îraq, herêma Kurdistan û Îraq bi giştî rastî şer û wêrankariyên mezin hatin ku, heta niha xelkê herêma Kurdistanê jiber wan tawanan dinalîne û nehatiye qerebû kirin jî.

Di vê bîranîna han de em tekez li ser helwesta xwe ya bo berevanî kirin û dev bernedan ji mafên destûrî û çareser kirina kêşeyan bi awayeke bingehîn û aştiyane li ser esasê destûrê dikin.

Serokê hikûkmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11.3.2023

134