Serok Barzanî: 11ê Adarê yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî: 11ê Adarê yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye

Mar 12 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera îmzekirina rêkeftina 11ê Adarê, nameyek belav kir, tê de got ku yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Naveroka nameya serok weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftinnameya 11 yek ji destkeftên bihadarên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê rûdana dîrokî li wê yekê daye ku li encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û Partî bi rêbertiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê neçar kir ku li yanzdehê Adara 1970 da yekem car û bi awayeke fermî beşek ji mafên gelê me bipejirîne. Ew mafên ku her li destpêka dirustbûna dewleta Iraqê dihatin inkarkirin û zeftkirin.

Rêkeftinnameya yanzdehê adarê ku berhemê xebat û qurbanîdana Pêşmerge û cemawer û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû, pênase û bûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bir qonaxekî bilindtir û bawerî bi xwebûnê li kurahiya dilê Kurdistanê bihêztir kir. Her çende rejîma Iraqê pişta xwe da mafên xelkê Kurdistanê û rêkeftinnameya yanzdehê adarê binpê kir lê belê ew destkefte derwazeyek bû ji bo qonax û hengavên mezintirê xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.

Li pêncîh û sêyemîn salvegera rêkeftinnameya yanzdehê adarê da ji bilî wê yekê tekez li peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, ewe jî bi bîra hemû aliyek tînîn ku gelê Kurdistanê li bin tu rewş û fişarek da paşvekêşiyê li maf û azadî û destkeftên wê nake.

Mesûd Barzanî
11ê Adara 2023

284