Mijara hêzên Pêşmergeyên Roj di danûstandinên Kurdî de mijareke nakokdar e

Mijara hêzên Pêşmergeyên Roj di danûstandinên Kurdî de mijareke nakokdar e

Oct 13 2020

Mijara hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj mijara nakokiyê ye di danûstandinên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ku nakokî li ser çawaniya vegera wê hêzê ji bo Rojavayê Kurdostanê heye.

Rojnameya Şerq Elewset ronî xiste ser dawîn pêşhateyên danûstandinên Kurdî Kurdî navbera ENKSê û PYNKê de û da zanîn ku vegera hêzên Pêşmerge mijara nakokdar e.

Li gor rojnameyê daye diyarkirin ku gera duyem bi serpireştiya Emerîka bi rê ve diçe û mijara parastin û berevaniyê tê gotûbêjkirin, ku di wê gerê de jî mirara hêzên Pêşmergeyên Roj jî li ser maseyê ye.
Jêdera rojnameyê ameje kiriye ku aliyên beşdar li ser lêvegerê li hev kirine, lê xala tevlîkirina herdu partiyên Elwehdê û pêşverû hîn jî maye, herwiha beşdarkirina ENKSê di dezgehan de bi rengê nîv bi nîv hatiye yekalîkirin û pejirandin, lê her babeta herî ateng ya berevanî û parastinê ye û hêzên Pêşmergeyên Roj yek ji wan xalan e.

Her mijara danûstandinan de heman jêder tekez kir ku ev mijar ya herî astengdar û hestiyar e ji ber ku ne diyar ku ev hêzê dê çawa vegerin û tevlî odeya hevbeş bi QSDê re bibin. Tevî Cêms Çêvrî razîbûna Emerîka ji vegera Pêşmergeyan re dabû nîşankirin, lê dîsa vegera hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj pêwîstî bi rêkeftineke navdewletî heye lê serkirdeyekî ENKSê ji rojnameyê re tekez dike ku veger bi sê mercan ve girêdayî ye yekem bi rêkeftina giştî, li ser hemû xalan nexasim doseya berevanî û parastin û bibe hevparê rasteqîne bi serpireştiya Emerîka, duyem hebûna sêwanek navnetewî bi pejirandina Rûsiya û Emerîka sêyem tu destêwerdan ji aliyê artêşên di şerê Sûriyê ektîv wek Turkiyê nebin, di wê demê de vegera Pêşmergeyan dê were cîbicîkirin.

Fermandarê di hêzên Pêşmergeyên Roj de Mûqedem Dilovan Robarî ragihand ku hijmara hêzên Pêşmerge dihige 7000 pêşmergeyî, û li nava xaka Sûriyê şer nekiriye lê dema rêxistina DAIŞa teroe êrîş herêma Kurdistanê di 2014an de kiriye, hêzên Pêşmereyên Roj beşdar kir, û bi dehan şehîd û birîndar ketin.

Ji dema ku danûstandin dest pê kirina ENKSê li ser vegera hêzên Pêşmere rijd e, û girêdana serkeftina van danûstandinan bi yekalîkirina hemû xalên nakokdar dike.

Ş.E



346