Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan kir

Mar 07 2023

Duh piştî nîvro 06.03.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan kir

Di civînê de rewşa Êzdiyên li kampên penaberan, Şingal û derveyî welat hate gotûbêjkirin û bal kişandin li ser berdewamiya proseya rizgarkirina revandiyên Êzdiyan û jiyana koçberan û çawaniya alîkarîkirina wan.

Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kirin ku girînge bi berdewamî girîngiyê bi rewşa Êzdiyan û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê bê dan da ku xelkê wan deveran bikaribin bo ser mal û warên xwe vegerin, li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê ya ji bo avadankirina Şingalê û navçeyê bi giştî alîkariyê bikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî berdewamiya piştevaniya Êzdiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir û herwesa ew dilrehet kirin ku, proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û ya ku ji bo rizgarkirin û alîkariyê pêwîst be, kêmasî nayê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Mîrê Êzdiyan li ser navê xwe û Êzdiyan, ji bo piştevanîkirin û alîkariyên wî yên berdewam, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir, bi taybetî hewlên wî yên ji bo rizgarkirina revandiyên Êzdiyan û berevanikirina mafên wan.

Encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzdiyan digel rêzdar Papa û berpirsên welatên Ewrupa, Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

342