Du welatiyên Efrînê rastî lêdan û diziyê hatin

Du welatiyên Efrînê rastî lêdan û diziyê hatin

Oct 30 2018

Li navenda bajarê Efrînê du welatî rastî lêdan û diziyê ji aliyê girûpek çekdar ve hatin.

Rojnamevan Mihemed Birîmko ji ARKê re ragihand ku di 26_10 _2018 li navenda bajarê Efrînê girûpek çekdar êrîş birin ser mala bavê wî Mustefa Birîmko û sivkatî bi bavê wî û dayika wî kirin û rastî lêdanê hatin

Birîmko herwiha da zanîn ku bûyer bi şevê çê bû û piştî wê girûpa çekdar kelûpelên nav mala bavê wî dizîn û tekez kir ku kiryarên wiha bi tenê ji ber ku welatiyên kurd bi xaka xwe ve xwe girêdayîne.

Ş.E

388