PDK-Sê spasnameyek belav kir
ARK NEWS... Nivîsgeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, spasnameyek belav kir.
Di nameya spasiyê de hatiye: Nivîsgeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya spasiya serok Mesûd Barzanî, lêvegerê Kurdistanî û parêzvanê gelê kurd dike ku li kêlek ziyandîtiyên erdhejê li Sûriyê û Turkiyê rawestiya.
Herweha Partiya me, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dezgehên ewlekarî, û rêveberî dike ku hêsankarî ji hilmeta komkirina alîkariyan bo gelê me li Efrîn û Cindirêsê dike, di serî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku yekem rêxitina mirovî li ser asta cîhanê xwe gihandin deverên erdhejê.
Em spasiya serkirdayetiya partiya me li Herêma Kurdistanê, rêxistin û hemû endaman, serbarî cemawer û alîgirên partî dikin, ku weke tîmeke sozdar bi hev re li ser bingeha sinc û reftarên kurdayetiyê, beşdarî di hilmetê de kir, û berê xwe didian her du nivîsgehên Rêxistinî û Peywendiyên Niştîmanî û nivîsgehên Duhokê û bûne piştevan ji ziyandîtiyan re.
Ş.E
265
