Çekdarên PYDê endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya revand

Çekdarên PYDê endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya revand

Jan 30 2023

ARK NEWS... Çekdarên rêveberiya PYDê roja Şemiyê 28ê Çileya 2023yan, endamekî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya revand.

Elî Necim Xençer, li ser rêya gundên Banê Şikeftê û Girkê Hêwil yên bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, ji aliyê sîxurên PYDê hatiye revandin.

Li gorê jêdereke taybet ji ARKê re daye zanîn ku ta niha sedemên girtinê nehatine diyarkirin, û çarenivîsa wî ne diyar e.

Ji bilî endamê navbûrî, serkirdeyê heman partiyê Hisên Silêman endamê Komîta Navendî herweha Bilind Mela û Ednan Remo endamên Encûmena Herêmî ji aliyê PYDê revandî ne û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ş.E

115