Almanya û Swêd 8 kes bi tohmeta pêkanîna tawanên şerê li Sûriyê girtin
Dadweriya Giştî ya Federalî li Almaniya girtina çar welatiyên penaberên felestînê li Sûriyê û yekî Sûrî bi tohmeta pêkanîna tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengê li Sûriyê ragihand, di heman demê de welatê Swêdê sê kesên din bi tawana pêkanîna tawanên li dijî yasayên navdewletî li Sûriyê girtin.
Tê guman kirin ku ev kesan beşdarî di tepeserkirineke tûnd li ser xwenîşandaneke aştiyane ya dijî rêjîma Sûriyê li kampa Yermûkê ya penaberên filistînê, di Tîrmeha 2012an de, ku tê de xwenîşander hatibûn armanckirin, û gulebaran kirin, û di encamê de 6 kes hatin kuştin û hin welatî jî bi giranî birîndar bûn.
Yek ji wan jî tê guman kirin, ku 3ê kes radestî rêjîma Sûrî kirine, û di darvekirina komî ya 41 sivîlan de di Nîsana 2013an de hatibûn kuştin.
Di vê çarçoveyê de Dadweriya Komara Swêdê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna welatê Swêdê bi hevkariya Almanya tê meşandin, 3 kesên ku di sala 2012’an de li Sûriyeyê tawanên li dijî mirovahiyê kirine hatin girtin.
244
