Çûna pêşmerge bo Kobanê rojeke dîrokî ye

Çûna pêşmerge bo Kobanê rojeke dîrokî ye

Oct 28 2018

Beriya çar salan di rojeke weke îro de 28/10/2014 û bi fermanekê ji serok Mes'ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê hêzên pêşmerge ji bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê da ku berevaniyê di ber bajêr de û şerê terorê bikin hatin şandin .

Piştî pejrandina piranîya endamên perlemana Kurdistanê ji bo şandina hêzekê ji pêşmerge ji bo Kobanê serok Mes'ûd Barzanî karîbû hêzên pêşmerge di riya turkiyê nexasm Bakur Kurdistanê re bişîne kobanê û beriya çar salan 28/10 hêjên pêşmerge yên destnîşankirî ji Herêma Kurdistanê birêket piştî sê rojan di 31/10/2014an de gihişt kobanê , û beşdarî di şerê dûrxistin û derxistna rêxistna DAIŞê ya terorîst kirin ku ta niha ew rêxistin mezintrîn û metirstirîn rêxistin di cîhanê de ye .

Di dema hêzên pêşmerge gihiştiye Bakurê Kurdistanê bi bilindkirna ala kurdistanê kurdên bakur bi gul û çîçekan pêşwazî li pêşmergeyan kirin , heman hest û helwêst li cem xelkê Kobanê bû û pêşwaziyên germ li wan kirin û kêfxweşiya xwe anî ziman .

Çûna hêzên pêşmerge ji Herêma Kurdistanê jibo kobanê û hawar hatina êş û kulên wê û di riya xaka turkiyê re rojeke dîrokî ye, û karîbû bi hêzên beşdar re rêxistina DAIŞê ji gund û taxên dagîrkirî derxînin û navê xwe di dîroka kurdî tomar bike û biçespîne ku ta niha ew roj wek şanazîyekê ye li çar perçê kurdistanê û kurd pê serbilind û serafraz in .

Ş.E

554