Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?
Îbrahîm GUÇLU

Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?

Jan 13 2023

Îbrahîm GUÇLU

Dewleta Tirk piştîî ku Împeratoriya Osmanî têk çû û belav bû, ava bû; pirsgirêkên
dîrokî û bingehî anî rojevê û qewimand. Dewleta Tirk felsefeya pejirandî, pişt re ew bû
felsefe û îdeolojiya fermî ya dewletê. Ev îdeolojî di nav pêvajoyê de wek “Kemalîzmê” hat
terîf kirin. Ev îdeolojiya ji aliyê dewleta nû ve hatibû pejiranmdin, li dijî sosyolojî û rastiya
neteweyî û olî û mezhebî û sinifî ya plural ya civake bû.

Îdeolojiya fermî ya dewletê, hebûna kurdan înkâr kir. Loma jî, ji bona ku kurdan bike Tirk
stretejiyeke barbar ya asîmîlasyonê û qirkirina ziman û çanda kurdî meşand. Hemû mafên
neteweyî yên kurd xesip kir. Kurdistan îşgal û îlxak kir. Dema ku kurd li dijî wê siyaseta
barbar û hovanê derketin, hatin ceza kirin. Dema ku bi awayekî rêxistinî mafên xwe daxwaz
kirin, li Kurdistanê qetlîam çê bûn.

Îdeolojiya fermî ya dewletê, dewlet, li ser navê neteweya Tirk û elîtîkeke burokratîk ya sivîl û
leşkerî ava kir. Lê mafê neteweya Tirk jî yên civakî û demokratîk jî hatin xesip kirin. Ew
siyaseta û hovane di bin şiyara li dijî îslamiyetê hat meşandin.

Îdeolojiya fermî, dewleteke otorîter, faşîst, kolonyalîst, yek neteweyî ava kir. Gorî ev
îdeolojiya fermî jî, makezagonek hat pejirandin. Gelek xwezayî bû ku di makezagonê de kurd
tune bûn û mafên kurdan yên neteweyî tune bûn. Loma jî zimanê kurdî jî qedexe bû. Bi
zimanê kurdî perwerdebûn qedexe bû. Kurd ji derveyî zimanê xwe bi zimanekî biyanî bi
zimanê Tirkî, hatin perwerde kirin. Psîkolojiya zarok û ciwanên kurdan têk birin.

Loma jî makezagon, tu dem nebû “peymaneke civakî” û hemû neteweyên heyî di çêkirina
makezagonê de nebû teref. Makezagon bi yek îradeyeke serdest ya Tirkan çêbû. Lê her
demê jî makezagon wek min li rêzên jor jî qal kir, li Tirkiyeyê bû pirsgirêk.

Encama vê rewşê bi taybetî jî piştî makezagona Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî her
dem makezagoneke nû çêkirin li Tirkiyeyê bû rojeveke girîng. Lê hezar mixabin, her çiqas di
makezagona heyî de bi taybetî jî di dema Hikûmetên AK Partiyê de bi gelek xalên xwe hat
guhertin jî, lê makezagoneke nû çê nebû. Dısa Hikûmeta AK Partiyê reşnivîske
makezagoneke nû amade kir. Ew jî nebû rojev û makezagoneke nû nehat amade kirin û erê
kirin.

Lê dema reşnivîsa makezagonê ji aliyê AK Partiyê de jî hat amade kirin, rasyonalên
kevn hatin domandin.

Di van rojan de jî makezagoneke nû girêdayî hilbijartina serokkomar û parlamenterî di
rojevê de ye. 6 Qolî pêşniyara xwe ya makezagonê nivîskî, ji raya giştî re diyar kir. Di
makezagona 6 Qolî de ji bona mafên neteweyî yên kurdan tu pêşniyarek nehat kirin. Ji
bona zimanê kurdî û perwwerdaya zimanê kurdî hîç tiştekî di reşnivîsa makezagona 6 Qolî
de cîh negirt.

Lê ji endamê 6 Qolî Partiya Deva’yê her çiqas makezagoneke nû pêşniyar jî neke, ji
bona makezagonê du guhertinên girîng pêşniyar dike.

Pêşniyara yekemîn ew e ku dxwaz dike ku xxala 66an a di derbarê hterîfe hemwelatiyê
de bê guhertin. Gor pêşniyara wî, herkesê bi wesîleya hemwelatî Tirk tên nas kirin ku
neteweya kurd û grubên neteweyî yên din qebûl nake, dê bê guhertin.

Pêşniyara duyemîn jî, ji bona ku bi zimanê kurdî perwerdeyî pêk bê guhertin û an jî
zêdebûnek di makezagonê de çê bibe, daxwaz dike.

Pêşniyarên DEVAyê her çiqas nayê wê wateyê ku hemû mafên neteweyî yên kurdan tên
qebûl kirin, lê di vê pêvajoyê de erînî ye. Pozîtîf e.

Hezar mixabin tîfaqa DEVA din av de cî digre, mixalîf in, dixwazin ku li hemberî Tîfaqa
Komarî bibin hikûmet û desthilatdar, reşnivîsa makezagonê diyar kirin, di wê de daxwazên
DEVAyê cîh nagrin. Partiya Akşenerê jî gelek aşkere û bi tundî li dijî pêşniyarên Partişya
DEVAyê derketin.

Loma jî cî bi cî kirina van daxwazên DEVAyê ne mimkûn e.

AK Partî jî li ser makezagonê xebat dike. Di demên bihûrî de di amadekirina makezagonê de
lîberal bûn. Dixwerstin çar xalên destpêkê makezagonê jî bên guhertin.

Daxwazên Partiya DEVAyê pêşniyar kirin û tiştên zêdetir jî, ji aliyê AK Partiyê de hatin
parastin. Lê AK Partiyê pişt re ev nêrînên xwe rakirin rafan û bi taybetî jî piştî ku bi Partiya
MHPê re tîfaq çêkir, ew nêrînên xwe bîra kir.

“Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya ragihand,
AK Partî dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di
Makezagonê de sererastkirineke nû pêk bîne.”

Nûpel Kaya derbarê zimanê Kurdî de ji K24ê re diyar kir: “Derbarê mafên zimanê Kurdî de,
ev maf di dema hikûmeta me ya AK Partiyê de hatin qebûlkirin, ku bi rehetî û bi serbestî
zimanê me yê Kurdî hat bikaranîn. Ne tenê hat bikaranîn, ji bo vê yekê li zanîngehan Beşa
Ziman û Edebiyata Kurdî hat vekirin, herwiha TRT Kurdî hat vekirin.

“Mirov bi salan zimanê Kurdî ku di hesreta wî de bûn, di dema AK Partiyê de gelek bi rehetî
û bi serbestî bi kar anîn. Helbet di heyama nû de, bi sererastkirineke destûrî, em dizanin ku
AK Partî dê vê bixe jiyanê. Derbarê zimanê zikmakî de tenê sererastkirina nû maye.”

“Partiya me dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Qanûna
Bingehîn de sererastkirineke nû pêk bîne.”

“Em jî wek Kurdên ku li herêmê dijîn, helbet em xwedî li zimanê Kurdî û zimanê xwe yê
zikmakî derdikevin. Li ser vê mijarê, li dibistanan jî em derbarê dersa bijarte de ji bo pêşiya
zarokên me vebe, piştgiriya me her dem mezin e. Em zimanê xwe yê zikmakî li her derê bi
kar tînin û em ê bikaranîna wî bidomînin.”

Nêrînên Nûpelda Kayayê jî girîng in. Di amadekirina makezagonma nû de hêvîdar im ku AK
Partî xwediyê van nêrînan be û mafên kurdan jî bixwe makezagona nû.

Diyarbekîr, 13. 01. 2023

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

238