
Mesrûr Barzanî cejna Qewltas pîroz kir
ARK NEWS... Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek bi helkefta hatina cejna Qeltas belav kir. Naveroka nameyê ev e:
Bi minasebeta hatina cejna Yaran ya Qewiltas gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xuşik û birayên Kakeyî ( Yarsan) li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêvî dikim rojên xwe yên cejnê di xweşî û aramî de derbas bikin.
Bi vê minasebeta han bi rêzdarî ve li rola girîng û berçav ya Kakeyiyan weke pêkhateyeke resen ya gelê Kurdistanê dimizînin ku, beşdariyeke çalak di xebat, têkoşîn û qurbanî dana xelkê Kurdistanê de heye û tekez li ser parastina mafên Kakeyiyan û tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê dikin.
Cejna Qewiltas pîroz be, hertim di şadî de bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
7/1/2023
171