7 sal in Pêşmerge Selah Hiso Şehîd e

7 sal in Pêşmerge Selah Hiso Şehîd e

Jan 05 2023

ARK NEWS... Îro 5ê Çileya 2023yan, 7 sal ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Selah Mihemed Seîd re derbas dibin.

Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Selah Mihemed Seîd beriya 7 salan di rojeke weke îro de, di 5/1/2016an di dema di erkê xwe de bû li parêzgeha Duhokê, rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encam de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd ji şêniyên gundê Hesendêra yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Li goristana Kesnezan ya Hewlêra paytext bi xak hat spartin.

Ş.E

658