Mîşêl Ewn banga vegera penaberên Sûriyê dike
Jan 20 2019
ARK NEWS .Serokê Lubnanê bang li penaberên Sûriyê yên li Lubnanê dimînin ku vegerin welatê xwe.
Mîşêl Ewn Serokê Lubnanê îro Yekşemê bang li penaberên Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe, û serbar kir ku ewê despêşxeriyeke taybet bi ji nû avakirinê pêşkêş bike û li ser wê binemayê wê benga Erebî were dirust kirin daku kesên zerermend werin qerebokirin.
Serokê Lubnanê di heman demê de bang li hêzên Navdewletî kir ku penaberên Sûriyê vegerînin welatê wan bê ku vegera wan were girêdan bi çareseriya siyasî li Sûriyê.
L.A
.
372