Rêjîmê bi tundî gundekî Efrînê armanc kir û zarokek şehîd kir

Rêjîmê bi tundî gundekî Efrînê armanc kir û zarokek şehîd kir

Dec 15 2022

ARK NEWS... Gundê Fafirtînê yê navçaya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, rastî êrîşên tund, hat di encamê de zarokeke kurd bi tundî birîndar bû, piştre jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Li gorî rêxistina mafê mirovan li Efrînê îro 15ê Berçileya 2022yan daye zanîn ku beriya çend rojan rêjîma Sûriyê bi tundî gundê Fafirtînê armanc kir, tê de zaroka kurd Ceylan Hisên Xelîl Şûtî jiyan xwe ji dest da, serbarî rûxandina çend avahî û malên welatiyan.

Jêdera navbûrî tekez kir, ku ji derencamên lihevkirinên Asîtanayê, rêjîmê ji PYDê daxwaza derketina ji hin deveren dike.

Tê zanîn ku gundê Fafirtînê û 11 gundên din yên Efrînê, piştî êrîşa Turkiyê li ser herêmê, di bin destê PYDê de man.

Ş.E

430