Qamişlo... Nirxê her tiştekî giran bûye

Qamişlo... Nirxê her tiştekî giran bûye

Dec 12 2022

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, nirxê kelûpelan buhatir bûye.

Jêdereke agahdar ji ARKê re da zanîn ku piştî nirxê nên giran bû, niha xwediyên ceneratoran jî nirxê empêran giran kirine.

Jêderan tekez kir ku nirxê yek empêrî bûye 6000 lîreyên sûrî, herweha nirxê nên ji 1500 bûye 2000.

Jêdera ARKê tekez kir ku zêdetirî 350 ceneratorî li Qamişlo hene, bi tenê 8 demijmêran vêdixînin, demên din şêniyên bajêr di tariyê de dimînin.



298