Serok Barzanî li gel balyozê Çînê civiya

Serok Barzanî li gel balyozê Çînê civiya

Nov 24 2022

ARK NEWS... Balyozê Çînê ji ber serkeftina kongra 14an pîrozbayî li Serok Barzanî kir.

Li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Çînê yê li Îraqê û şandeke pê re kir.

Di civînê de şanda mêwan ji ber serkeftina kongra 14an ya Partiya Demorkata Kurdistanê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û pîrozbayî jî li Cîgirên Serokê PDK û Serokatiya PDKê kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Şanda mêwan rêzdariya xwe ya li hember têkiliyên baş, bihêz û kevnar yên di navbera her du aliyan de li ser bingeha rêzgirtina hevbeş diyar kir.

Şanda mêwan herweha daxwaza pabendbûna bo cîhbicîhkirina ev karnameyê kir ku, di navbera hikûmeta herêm û hikûmeta federalî de li ser rêkeftin hatiye kirin bo dabînkirina aştî û aramî.

105