Dawîn pêşhateyên meydanî li gundewarê Til Temir
ARK NEWS .. Derengiya şeva bûrî, careke din bajarê Zirganê û gundên biser ve rastî topbaranê hat.
Jêderek xwecihî ragihand Duh derengî şevê , girûpên çekdar yên bi ser Hikûmeta Sûriya Demkî ve bi dehên topan her yek ji bajarê Zirganê û gundên Eldirdara , Um Elkêf , Til Şinan li gundewarê Til Temrê armanc kirin , bê ku ta niha ziyanên wê êrîşê werne zanîn.
Heman jêderê serbar kir û got ku ji ber alozî û girjiya rewşa Zirganê û gundewarên wê û berdewaniya topbaranê ji aliyê heman giropan ve , û ji tirsa ku rewş gûrtir bibe xelkên deverê malên xwe bi cih dihêlin û derbederî navçeyên ewleh dibin.
Roja Sêşema bûrî girûpên çekdar bi tûndî bajarê Zirganê û gundên bi ser ve li gundewarê Til Temrê topbaran kiribûn , û di encamê de jimareyek kes navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî.
541
